Ji bo temsîliyet û statuya Kurdan a li NY'yê konferansa KNK'ê li Brukselê dest pê kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku 60 milyon Kurd di qada Neteweyên Yekbûyî (NY) de bibin xwedî temsîliyet û statuyeke navneteweyî, li Brukselê konferansek lidar xist. Ev civîna ku îro dest pê kir, nûnerên partiyan, akademîsyen û hiqûqnasên navdar ên ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê anîn cem hev.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konferansa KNK'ê li Zanîngeha Vrije ya Brukselê (VUB) bi sirûda neteweyî "Ey Reqîb" û rêzgirtinê xebatên xwe da destpêkirin. Ji bo dîwana konferansê Fehmî Vergîlî, Nîlufer Koç û Wirya Qaradaxî hatin hilbijartin. Di konferansê de pisporên navneteweyî yên wekî hiqûqnasê Amerîkî Barry Fisher, akademîsyen Miloon Kothari, Wezîrê Derve yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson û pispora hiqûqa navneteweyî Coni Ledesma cih girtin.

Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad di axaftina xwe de bal kişand ser nebûna temsîliyeta gelê Kurd di qada navneteweyî de û diyar kir ku wan salekê bi sazî û partiyên Kurdistanî re hevdîtinên dîplomatîk kirine da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Armanca sereke ya konferansê nîqaşkirina gavên hiqûqî û siyasî yên ji bo bidestxistina statuya çavdêriyê ya li NY'yê ye.

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus jî ev roj wekî qonaxeke dîrokî ji bo têkoşîna gelê Kurd pênase kir. Karamus eşkere kir ku wan li Rojava, Bakur, Başûr û Ewropayê hevdîtinên pir erênî pêk anîne. Karamus destnîşan kir ku bi taybetî hevdîtinên li Silêmanî, Hewlêr û Qendîlê ku cara yekem e bi hemû partî û rêveberiya Başûr re civiyane, bingeheke xurt a yekitiya neteweyî ava kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye