Nûnerê taybet ê Amerîkî Steve Witkoff derbarê hevdîtinên di navbera Amerîka, Ewrûpa û Ûkraynayê de erênî axivî.
Witkoff di parvekirina xwe ya di li ser tevna civakî bi gotinên "berhemdar û çêker" hevdîtinan pênase kir.
Hevdîtinên bi armanca bidawîanîna şerê Ûkraynayê 3 roj in bajarê Mîamî ya Amerîkayê tên lidarxistin.
Mijarên herî nîqaşbar ên li ser maseyê, kontrola li ser herêmên li rojhilatê Ûkraynayê ye.
Rûsya dixwaze tevlî herêmên dagirkirî, tevahîya herêma Donbasê radestî wê bê kirin.
Ûkraynaya ku ji bo parastina erdên xwe berdêleke giran daye, ne qayîle vê daxwazê pêk bîne.
Meseleyeke din a krîtîk a rojeva hevdîtinan çarçoveyeke garantiya ewlehiyê ya ji bo Ûkraynayê ye.
Xala sêyem jî jinûve avakirina Ûkraynaya di şer de wêran bûye û pêşxistina aborîya wê ye.
Hîn ne diyare Moskow wê di van hersê meseleyan de şertên Ûkraynayê qebûl bika an na.
Ûkrayna li herêma Sumyê li dijî êrişa Rûs di ber xwe bide
Bi hevdîtinan re hemwext, Artêşa Ûkraynayê li herêma Sumyê hewl dide li hemberî êrişa rûs de ber xwe bide.
Rûsya bi êrişeke mezin dixwaze xeta parastinê Ûkraynayê ta li Sumyê hilweşîne.
Şikestina hêzên ûkraynî ya li vê herêmê wê hîn bêtir moralê Ûkraynayê xera bike.
Rûsya bi vê hemleya xwe ya dawî armanc dike şertên xwe yên ji bo aştîyê bi Kîewê bide qebûlkirin.
Generalê Rûs Fanîl Sarvarov li Moskowê hat kuştin
Li alîyekî din, Rûsyaya ku herdem bi hêza pesnê xwe dide bi êrişeke li Moskowê hejîya.
Generalê payebilind Fanîl Sarvarovê di encama teqîna bombeyeke di wesayîta wî de hat kuştin.
Sarvaro fermandarê Gerînendetîya Hîndekarîya Operasyonan a Serfermandarîya Rûsyayê bû.