Piştî zextên Amerîka û îsraîlê bêçekkirina komên girêdayî Îranê hem li hundur û hem li derveyî welat rojeva sereke ye.
Piştî guhertina hevsengiyan li herêmê û serobinbûna di vî warî de ku bi bi şerê xeza û têkçûna hemas û Hizbillahê çêbû, berdena çekan ne weke bijartek, le weke neçaryet tê ferzkirin.
Niha li Îraqê çar koman ragihandin ku wê çekan berdin. Lê du komanên din jî danîna çekan red kirin.
Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya ragihand ku ew bi amadebûna komek çekdar ya ji bo çekdanînê kêfxweşe û wiha got: “Lê ev têrê nake, divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê, bicihanîn."
Mark Savaya diyar kir ku Iraq niha di nava krîzeke kûr de ye. Ji ber wê yan wê serweriya qanûnî û aramiyê yan jî wê parçebûn û bê ewlehiyê hilbijêre.
Savaya anî ziman ku komên çekdar yên ne yasayî, çavkaniyên nîştimanî ji bo berjewendiyên xwe û bernameyên biyanî bikartînin, lewma divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê, bi awayek wekhev û bê cûdahî were bicihanîn.
Di navbera komên Haşdî Şabî de du helwest derketin pêş
Li ser berdana çekan di navbera komên di bin siwana Haşdî Şabî de hatine cem hev du helwestên cuda derdikevin pêş.
Beşek ji van koman biryara danîna çekan ragihandin û beşek jî ji bo çekberdanê şert û mercên xwe aşkera kirin.
Heta niha Tûgaya Îmam Elî, Asaîb Ehl el-Hak, Ensar Allah el-Evfiya û Ketaîb Seyyîd eş-Şûheda biryar dan ku çekên xwe radestî Hikûmeta Navendî ya Iraqê bikin û tevlî siyasetê bibin.
Komên li dijî çek danînê derdidevin şert û mercên xwe eşkere kirin
Ketabîb Hîzbûllah û Hareket el-Nûceba ragihandin kirin ku heta şertên wan li cih neyên dê çekên xwe daneynin.
Şertên her du koman jî we in ku hemû hêzên NATO û artêşa Tirkiyeyê ji axa Iraqê derkevin û metirsiyên din ên li ser parastina Iraqê ji holê bên rakirin.
Nîqaşên çekberdanê di bin çewsên DYA û Îsraîlê de tên meşandin hêj bi encam nebûne.