Lehîya bû sebeba karesatekê, li herêma perava Atlantîkê ya Mexribê çêbibû.
Herî dawî hejmara qurbaniyên lehiyê, gihîşt 37 kesan.
Pisporên hewayê texmîn dikin ku li seranserê welêt wê bêtir baran bibare.
Berpirsekî ragihand ku nêzîkî 32 kes di lehiyê de birîndar bûne.
Ji ber lehiyê li bajarê kevn ê Safî, 70 mal û kargeh di bin avê de man.
Meteorolojî texmîn dike ku dê sibehê jî li seranserê welatê Afrîkaya Bakur baranek dijwar bibare.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya li Safiyê ji ber şert û mercên hewayê dibistan 3 roj rawestandiye.
Hêjayî gotinê ye, barana zêde ya li Mexribê piştî 7 salên hişkesalîyê hat.