Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî serkeftina hewldanên xwe yên navbeynkariyê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ragihand ku di encamê de pevguhertineke nû ya girtiyan pêk hat.
Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ragihand ku bi navbeynkariya wan 193 girtiyên Rûsî û 193 girtiyên Ûkraynayî hatin pevguhertin.
Bi vî awayî hejmara giştî ya girtiyên ku di navbera her du welatan de, bi rêya van navbeynkariyan, hatine guhertin, gihîştiye 6,691 girtiyan.
Wezareta Karên Derve ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, ji bo hevkariya wan di serkeftina hewldanên navbeynkariyê de, spasiya her du neteweyên dost kir.
Wezaretê diyar kir ku bi serkeftina vê navbeynkariyê, hejmara giştî ya navbeynkariyên Mîrgehên Erebî yên ku di dema krîzê de pêk hatine, gihîştiye 22an hewldanan.
Ev yek ji têkiliyên cihêreng ên ku Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî bi Rûsya û Ûkraynayê re dike tên.
Wezareta Karên Derve piştrast kir ku Mîrgehên Erebî wê hewlên xwe yên ji bo piştgiriya hewildanên cûrbecûr ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane ji bo Rûsiya û Ûkrayna bidomîne.