Çîn berçavka bi 12 zimanan werger dike daxist bazarê

Li Çînê şîrketa Meizu berçavkên ku kamereya wî 12 megapîksele û bi 12 zimanan wergera sîmultane dike daxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev berçavka Meizu di bazarên Çînê de bi nirxê nêzî 280 dolaran tê firotin. Giraniya wê tenê 39 grame û ew li ser bingeha 2 GB RAM û 32 GB hafizayê kar dike.

Li gorî ajansa "Gizmochina" parvekiriye berçavk bi rengên qehweyî û reş ketine bazarê û mirov dikare veguherîne berçavkên tavê jî.

Her wiha kamereya wî dikare ji 40 heya 60 deqeyan video bikşîne. Hat zanîn ku berçavk bi telefonê re dikarê were girêdan.

Taybetmendiyek din ya xweş jî ev berçavk bêyî alikariya peyvên nivîskî hebe bi saya mejiyê çêkirî dikare bi komutên deng were bikaranîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye