Rojnameya Wall Street Journal, bi îdiaya berpirsên rêveberiya Amerîkî, ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump planeke cezakirina hin endamên NATO'yê dinirxîne.
Ji ber ku Trump bawer dike ku di dema şerê li dijî Îranê de, NATO piştgiriyeke têrker neda Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê.
Li gorî raporê pêşniyar vekişîna hêzên Amerîkî ji welatên NATO'yê yên ku Washington di şerê xwe yê li dijî Îranê de wekî nehevkar dibîne û bicihkirina wan bo welatên ku piştgiriyeke mezintir dane kampanyaya leşkerî ya Amerîkî, vedihewîne.
Trump di postek li ser hesabê xwe yê Truth Social de duh gotibû ku NATO dema ku pêwîstiya me pê hebû piştgirya me nekir û ger em dîsa pêwîstî pê bibînin dê dîsa piştgiriya me neke.
Trump berê destnîşan kiribû ku DYA dibe ku bi vekişîna ji NATO'yê bifikire, piştî ku welatên endam banga wî ya alîkariyê ji bo vekirina Tengava Hurmizê paşguh kirin.
Berdevka Qesra Spî Carolyn Leavitt, duh dema ku jê hat pirsîn ka gelo Trump hîn jî li ser vekişîna ji NATO'yê difikire, Carolyn wiha bersiv da:
"Ev yek Donald Trump li ser nîqaş kiriye û ez difikirim ku ew ê di çend demjimêran de bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte re nîqaş bike."
Li aliyekî din, duh Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte re civiya.
li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku li ser civîna wan agahî belav kiribûn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê wê civînê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hatibû nivisîn:
“Rubio û Rutte li ser hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo dan û standinên bidawîanîna şerê Rûsya-Ûkraynayê û zêdekirina hevrêzî û parvekirina bargiraniyê bi hevalbendên NATO'yê re nîqaş kirin.”