DYA'yê pilan dike ku bi berpirsên Îsraîl û Înglistanê re bicive

Di nava êrîşên li dijî Îranê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pilan dike ku bi berpirsên Îsraîl û Înglistanê re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftineke xwe de li Koşka Spî, eşker kir ku di van rojên bê de, wê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.

Her wiha ofîsa serokwezîrê Îsraîlê eşkere kiribû ku Benjamin Netanyahu, dê roja duşemê biçe Washingtonê û roja sêşemê jî, bi Trump re bicive.

Li aliyekî din jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Înglîstanê pilanên civîneke bilind dikin.

Li gorî rojnameya Amerîkî Axios, berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Înglistanê plan dikin ku li Londonê bicivin.

Agahiyên Axiosê nîşan dide ku dibe ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hagst û Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar General Dan Keane beşadarî vê civînê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye