Çalakvanê siyasî yê Kurd û endamê PJAK'ê Xalid Berzencî di 19'ê Tîrmehê de li gundê Waş Tîbî yê ser bi parêzgeha Bokanê ve, di encama operasyoneke Hêzên Îstîxbarata Îranê de hat girtin.
Rayedarên dadwerî û ewlehî bersiveke erênî nadin û girtina wî li sazgehên fermî tomar nakin.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ev rewş wekî windabûna bi zorê tê binavkirin.
Di heman demê de, hat ragihandin ku ji Hezîrana 2021'ê ve, bi dehan çalakvanên din jî bi heman awayî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine windakirin.