Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a li Sineyê bi dawî bû

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd îro li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bû. Konferans duh hatibû lidarxistin û du rojan domiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Armanca ji lidarxistina Konferansê ravekirina rewşa rastîn a jinên Kurd, parastina statu û rola jinên Kurd û nasandina jinên serkeftî yên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Di konferansê de, jinên Kurd ên navdar hatin nasandin û xelatgir di du beşan de (zanistî û duyem) hatin pîrozkirin.

Li gorî kordînatoran, ev konferans derfetek bû ji bo naskirina cihê jinan di dîroka herêmên Kurdan de û danasîna karîn û şiyanên wan bi civakê re.

Her wiha di konferansê de hejmarek ji sernavên pirtûkan ên ku bi mijara jinên Kurd ve girêdayî ne, hatin eşkerekiriin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye