Li gundewarê Derayê endamekî hêzên ewlekariyê di êrîşekê de hat kuştin

Di êrîşeke çekdarî ya li ser benda kontrolê ya li gundewarê Derayê yê Sûriyê de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, di şeva şemiyê de, nêzîkî gundê Xerba yê li ser rêya Besra Şam-Derayê, pevçûn qewimî û zêdeyî nîv saetê dewam kir.

Her wiha çavkaniyan ragihand ku 4 çekdaran êrîşî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Besra Şam-Derayê kir.

Di encama êrîşê de, endamekî dewriya Ewlekariya Rêyan hat kuştin û 2 endam jî birîndar bûn, di heman demê de 2 êrîşkar birîndar bûn û hatin girtin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye