Li Ezazê çi diqewime?

Ji bo kontrolkirinê, Hikûmeta Veguhêz li Ezazê dest bi operasyonekê kir. Di encamê de, di navbera hêzên ewlehiyê û komên çekdar de şer kerket û di encama şer de, hin kes birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Hikûmeta Veguhêz jî qedexeya derketina derve ragihand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dixwaze hemû herêmên welêt kontrol bike.

Bakur û rojavayê Sûriyê bi giştî di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ne.

Ev kom ji roja yekem bi mercê ku ew li herêmên xwe bimînin, tev li artêşa Sûriyê bûn.

Di nava van çekdaran jî, cîhadîstên biyanî cihê xwe digirin û li van herêman belav bûne.

Niha jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berê xwe dayê vê derê, da ku wê kontrol bike.

Şevê din, li bajarê Ezazê hêzên li Helebê û hêzên ewlehiyê dest bi operasyoneke ewlehiyê kirin.

Hikûmetê diyar kir ku armanc ji vê operasyonê ew e ku hin kesên muxalif hene û divê werin darizandin.

Çend kesên muxalif xwe radest nekir û li bemberî Hikûmetê sekinîn.

Di encamê de, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çekdar de şer derket.

Paşê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê piştgiriya leşkerî şand cihê şer.

Hêzên hundirîn ên Hikûmeta Veguhêz xelkên Ezazê bi gulebarankirina sivîlan tewanbar kir.

Li dijî vê, xelkên Ezazê bi xwepêşandanekê ev tawan şermezar kirin.

Her wiha xwepêşanderan banga parastina sivîlan kir.

Ewlekariya Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di dema destwerdanê de endamên wan ji hêla çekdaran ve hatin gulebarankirin.

Vê yekê hişt ku rewşa derketina li hemberî hev heta saetên berbangê bidome.

Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketina derve li bajarê Ezazê ragihand.

Qedexeya derketina derve li bajêr hat destpêkirin û hîn jî rewşa bajêr di nava seferberiyê de ye.

Di saetên berbangê de, ji bo bidawîbûna rewşa heyî, Ewlekariya Hundirîn û rûspiyên Ezazê civiyan.

Hîn jî li bajêr rewşeke nearam heye, hêzên ewlehiyê li hemû taxan hatine belavkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hejmarek kes di şer de birîndar bûn û gelek jî hatin girtin.

Heta niha bîlançoyeke fermî nehatiye eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye