Artêşa Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê d roja heştemîn de berdewam dike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Amerîkayê di saet 11:30’ê şeva şemiyê de li dijî Îranê êrîş da destpêkirin.
Fermandariyê daxuyand ku armanca ji van êrîşan ew e ku Supaya Pasdarên Îranê ji ber êrîşên li ser hêzên Amerîkayê yên li Urdunê were cezakirin, ku di van êrîşan de du leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin.
CENTCOM’ê diyar kir ku wan di şeva heştem a êrîşan de navendên çavdêriya beravê û depoyên mûşek û dronên Îranê armanc kirine.
Artêşa Amerîkayê jî eşkere kir ku wan baregehên Supaya Pasdarên Îranê yên ku di êrîşên li ser baregehên Amerîkayê yên li Urdunê de beşdar bûbûn, bombebaran kirine.
Di heman demê de, ajansên nûçeyan ên Fars û Tesnîm ragihandin ku şeva borî hejmarek ji bajarên parêzgehên Hurmuzgan, Bûşehir û Xozistanê rastî êrîşên Amerîkayê hatine.
Di êrîşên li ser Urdunê de du leşkerên Amerîkî hatin kuştin
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku roja şemiyê CENTCOM’ê ragihandibû ku piştî êrîşên Îranê yên li ser Urdunê roja înê, du leşkerên Amerîkî hatin kuştin û yek jî winda ye.
CENTCOM’ê piştrast kir ku bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne û niha lênêrîna bijîşkî werdigirin û hejmarek ji helîkopterên Black Hawk jî di êrîşan de zirar dîtine.
Her wiha hate ragihandin ku nasnameya leşkerên kuştî nehatiye aşkerekirin.
Fermandariyê destnîşan kir ku ev gav ji bo rêzgirtina li nepeniya malbatên wan hatiye avêtin.
Artêşa Îranê êrîşî welatên Kendavê kir
Li aliyekî din, di bersiva êrîşên li ser Îranê de, Artêşa Îranê diyar kir ku wan baregehên Udeyrî û Elî Salim ên Kuweytê bi dronên xwekuj armanc kirine.
Di heman demê de, Îmaratê bang li Îran û Amerîkayê kir ku tavilê şer rawestînin û ji nû ve dest bi dan û standinan bikin.
Di dawiyê de, Îranê eşekere kir ku hê jî wan Tengava Hurmizê girtiye.
Amerîkayê jî da zanîn ku wan dorpêça li ser benderên Îranê ji nû ve daye destpêkirin.