Îran ji Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî nîgaran e ku wî serdana xwe ya yekem a fermî ya derve, berî ku serdana Tehranê bike, li Washingtonê kiriye.
3 çavkaniyan ji nav Çarçoveya Koordînasyona Şîe li Îraqê ji bo malpera Hurrayê ya Amerîkî eşkere kirine ku berî serdana Elî Zeydî ya ji bo Amerîkayê, Tehranê gelek hewl dane ku Zeydî qanî bike ku serdana wî ya yekem a derve ji bo Îranê be, ne ji bo Amerîkayê be.
Zeydî daxwaza Îranê ya ji bo serdana Tehranê berî Washingtonê red kiriye
Lê Îran di vê hewldana xwe de bi ser neketiye û Serokwezîrê Îraqê bernameya serdana xwe ya ji bo Washingtonê neguhertiye.
Her wiha van çavkaniyan eşkere kiriye ku Îran piştî civîna Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî digel Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê, tûşî nîgaraniyeke berfireh bûye.
Îranê di 24 saetên piştî civînê de, peywendiyeke dijwar digel berpirsên Îraqê encam daye.
Berpirsekî Îranî ji berpirsên Îraqî re ragihandiye ku Tehran ji encamên vê serdanê nerazî ye û ew agahdar kirine ku Trump "dixwaze kontrola we û çavkaniyên we bike û ti agahiyeke wî li ser Îraqê tune ye.
Berpirsekî Îranî ji bo berpirsên Îraqî: Amerîka dixwaze we kontrol bike
Wan çavkaniyên Hevpeymaniya Şîe her wiha eşkere kirine ku gava Îranê cenazeyê Rêberê Bilind ê berê yê Îranê anî Îraqê, wan ev merasîm bi kar anî, da ku hevdîtinekê di navbera Elî Zeydî û Serokê Îranê Mesûd Pizeşkiyan de birêxistin bikin.
Îranê girîngiyeke mezin da ku wêneyeke bikişînin ku tê de Elî Zeydî û Mesûd Pizeşkiyan xuya dikin, da ku bibe yekemîn wêneya fermî ya Elî Zeydî digel serokê welatekî.
Roja 14'ê vê mehê Donald Trump pêşwazî li Elî Zeydî kir
Di vê serdana Elî Zeydî de, nîgeraniya Îranê tenê peywendîdarî rêkeftinên aborî yên çaverêkirî nebû, lê peywendiya wê bi aliyê siyasî re jî hebû.
Hilbijartina Washingtonê weke stasyona yekem a sereke ya derve ya Zeydî, li Tehranê dikare weke nîşaneyek ji bo guhertina pêşîniyên Bexdayê, an hewldanek ji bo hevsengkirina peywendiyên wê yên derve were dîtin.
Îran piştî dagîrkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve di sala 2003’an de, Îraqê wek yek ji girîngtirîn herêmên bandora xwe li navçeyê dibîne.
Roja 14’ê vê mehê li Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî li Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir.
Trump der barê Zeydî de ragihand ku ew şervanekî mezin û hezkiriyê Amerîkayê ye û karîbû di demeke kurt de ramana Îraqiyan li beramberî Washingtonê biguhere.