Li nav çend welatên Afrîkayê û li jêr çend navên cuda de, DAIŞê dest bi êrîş û teqînan kiriye.
Li Kongoya Demokratîk, tevî amadekariyên hêzên artêşê û alîkariya hêzên Ûgandayê jî, lê di bin navê "Koalisyona Hêzên Demokratîk" de, DAIŞ êrîş dike.
Vê carê cihekî nimêjê, yek ji perestgehên kevnar ket ber pêleke serjêkirinê ya vê koma mirovkuj.
DI ENCAMA ÊRÎŞA DAIŞ`Ê DE 43 KES HATIN KUŞTIN
Li kenîseyeke xiristiyanên Katolîk li bajarokê Komanda yê girîdayî kantona Îtûrî, di dema nimêjê de, êrîş hat kirin. 43 kes hatin kuştin, 9 zarok jî di nav wan de bûn.
Alîkara Serokê Hêza Aştîxwaz a Neteweyên Yekbûyî li Kongoya Demokratîk, Vîviyan Van Dî Pîrê anî ziman ku ev êrîşên ku bi taybetî li cihên olî hedef digirin, binpêkirina hemû pîvanên mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
ARTÊŞA KONGO: DAIŞ DIXWAZE TIRSÊ TÊXE DILÊ GEL DE
Artêşa Kongo eşkere kir, ku çekdarên DAIŞê derbasî nav kenîseyê bûn û bi Satore û şûr, serê kesên di nav kenîseyê de jêkirin.
Li gor daxuyaniya artêşê, armanca DAIŞ ji kuştina welatiyan bi vî şêwazî ew e ku tirsê têxe dilê her kesî de.
ÎTALYA ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR Û DAWXAZA PARASTINA CIHÊN OLÎ KIR
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî ev êrîş bi tundî şermezar kir û da zanîn ku zêdeyî 40 kesî hatine kuştin.
Antonîo Tajanî diyar kir ku divê cihên îbadetê û azadiyên olî her tim bên parastin.
KONGO Û ÛGANDA BI HEV RE LI DIJÎ DAIŞÊ KAR DIKIN
Berî vê yekê jî, di meha sibatê de, çekdarên DAIŞê di bin navê "Koalisyona Hêzên Demokratîk" de êrîş kiribû û di encamê de 23 kes li herêma Mambasayê hatibûn kuştin.
Ji sala 2019an ve, DAIŞê eşkere kiribû, ku komên wê li çend welatên Afrîkayê dest bi êrîşan kirine, li hember de jî, Artêşa Kongo û ya Ûgandayê bi hev re ji sala 2021`ê dest bi operasyonên hevbeş kirine û heya niha jî alîkariya di navbera her du artêşan de berdewam dike.