Îsraîl wê bilindtirîn xelata sivîl bide Trump

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog îro ragihand ku ji bo rola Serokê Amerîkayê Donald Trump di azadkirina dîlgirtiyên li Xezeyê û alîkariya bidawîkirina şer de, ew ê xelata sivîl a herî bilind a welêt pêşkêşî Trump bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Isaac Herzog di daxuyaniyekê de diyar kir ku bi hewildanên Trump yên bêwestan, ne tenê alîkarî da ku dîlgirtiyên me vegerin malê, lê di heman demê de bingehên serdemeke nû yên aştiyane li Rojhilata Navîn danî. 

Herzog rave kir ku xelat wê di mehên pêş de were dayîn û got: " Ji bo min wê rûmetek mezin be ku ez Madalyaya Rûmetê ya Serokatiya Îsraîlê bidim serokê Amerîkayê Donald Trump."

Serokatiya Îsraîlê ragihand ku Madalyaya Rûmetê ji bo kesên ku beşdariyên berbiçav ji bo Dewleta Îsraîlê an jî, ji bo mirovahiyê kirine tê dayîn. 

Îsraîlê di sala 2013'an de, ev madalya dabû Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye