Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafirên şer û keştiyên wan, navendên fermandariyê û binesaziya leşkerî ya Îranê bi giranî bombebaran kirine.
Li gorî daxuyaniyên CENTCOM'ê, teqînên mezin di serî de li bajarên wekî Tabrîz, Çabehar, Sîrîk û Jask rû dane.
CENTCOM'ê destnîşan kir ku di van êrîşan de navendên fermandariya leşkerî ya Îranê, Pergala parastina asmanî, radarên peravê,Cihên embarkirin û avêtina mûşek û dronan, binesaziya deryayî û tora ragihandinê ya Supaya Pasdaran hatine hedefgirtin.
Ev operasyonên asmanî piştî ku sê leşkerên Amerîkî di êrîşên dronên Îranê de li herêmên Urdun û Iraqê hatin kuştin, hatin tundkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrîşên dawî diyar kir ku Îran "bi giranî" hatiye lêdan û daxuyand ku heta azadiya derbasbûna keştiyan li Tengava Hurmuzê neyê mîsoger kirin, dê zext berdewam bikin.