Li gorî Reutersê, serokê rêveberiya leşkerî yê Odessayê Serhiy Lysak ragihand ku dronên Rûsyayê di vê hefteyê de cara duyem êrîşî bajarê Odessayê yê başûrê Ukraynayê kir.
Di êrîşê de herî kêm 18 kes birîndar bûn û avahiyên niştecihan ziyan dîtin.
Serhiy Lysak ku agahî li ser Telegramê parve kirin, diyar kir ku li navçeya Primorsky ya navendî ji ber êrîşan ziyanên mezin li avahiyên bilind ên niştecihan bûn û şewitîn.
Servîsên rewşên awarte jî eşkere kirin ku dibe hejmara birîndaran zêde bibe û wiha got:
“Di êrîşa roja duşemê de 14 kes birîndar bûbûn.”
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê destnîşan kirin ku Rûsya duh êvarî mûşekeke balîstîk û 206 dron avêtine welêt, 172 ji wan hatin xistin.