Trump: Amerîka gengaziya kêmkirina hêzên xwe yên li Almanyayê dinirxîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh got ku rêveberiya wî bi kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê dihizire û diyar kir ku di demeke nêzîk de biryarek dê were dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê posteke nû li ser hesabê xwe yê Truth Socialê weşand, di postê de wiha nîvisand:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gengaziya kêmkirina hêzên xwe yên li Almanyayê dinirxîne. Di demeke nêzîk de biryarek dê were dayîn."

Ev posta Trump piştî rexneyên şêwirmendê Alman Friedrich Merz ên li ser şerê bi Îranê re hat.

Merz diyar kiribû ku Îranê DYA “biçûk xistiye” û diyar kir ku pêvajoya leşkerî ya ku DYA li dijî Îranê dimeşîne, bêyî ku xwe bispêre ti stratejiyan, hatiye destpêkirin.

Rêveberiya Trump gelek caran rexne li gelek endamên NATO´yê kir, ji ber ku beşdarî şerê Amerîka-Îsraîlê yê bi Îranê re nebûn.

Trump li ser Truth Socialê nivîsand ku Merz nizane li ser çi diaxive û wiha got:

“Ne tiştekî ecêb e ku Almanya, hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla tiştekî din ve, pir êşê dikişîne.”

Merz duh anî ziman ku li gorî wî têkiliya bi Trump re wekî her demê baş dimîne.

Li gorî Xizmeta Lêkolînên Kongreyê, di sala 2024´an de, Dewletên Yekbûyî zêdeyî 35 hezar leşkerên xwe li Almanyayê bi cih kiribûn.

Li Almanyayê nêzîkî 50 hezar leşkerên Amerîkayê hene

Lê tê bawerkirin ku hejmara rastîn ji vê zêdetir e, medyaya Almanî texmîn dike ku hejmara leşkeran nêzîkî 50 hezarî ye.

Bi dehsalan e ku bi dehan baregehên leşkerî yên Amerîkî li welatên Ewropayê mane ku yek ji wan Almanya ye.

Tê texmînkirin ku par bi qasî 80 hezar leşkerên Amerîkayê li Ewropayê bi cih bûbûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye