Ji ber şerê Îranê nirxê petrolê 2% bilindtir bûye

Ji ber têkçûna dabînkirina petrolê, ji ber şerê Îranê, nirxa petrolê jî zêdetir dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber girtina Tengava Hurmuzê, fikarên li ser peydakirina petrolê jî hene.

 

Bihayên petrolê roja sêşemê ji sedî 2 zêdetir bilind bûn.

 

Hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bangên şandina keştîyên şer ji bo alîkariya derbasbûna tankeran di vê rêya girîng re, red kirin.

 

Bihayê petrola Brent bi 2.74 dolarî an jî ji sedî 2.7 zêde bû û gihaşt 102.95 dolarî ji bo bermîlekê.

 

Di heman demê de bihayê petrola West Texas Intermediate ya DYA'yê bi 2.45 dolarî an jî ji sedî 2.6 zêde bû û gihaşt 95.95 dolarî.

 

Di rûniştina berê de, bihayên petrola Brent ji sedî 2,8 daketin.

 

Her wiha bihayê petrola West Texas Intermediate ya Dewletên Yekbûyî piştî ku hin keştî ji tengavê derbas bûn ji sedî 5.3 daket.

 

Ji sedî 20'ê bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di Tengava Hurmuz re derbas dibe.

 

Lê ji ber şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê, ku niha di hefteya xwe ya sêyemîn de ye, rastî astengiyeke mezin tê.

 

Ev yek fikaran li ser kêmbûna dabînkirinê, zêdebûna lêçûnên enerjiyê û enflasyonê zêde dike.

 

Çend hevalbendên Amerîkayê roja duşemê banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a şandina keştîyên şer ji bo parastina keştîyan di Tengava Hurmuz re red kirin.

 

Ev yek bû sedema rexne û tawanbarkirinên wî û got: "hevkarên Rojavayî piştî dehsalan piştgiriyê nankor bûn".

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye