Di navbera Amerîka û Îranê de, her ku diçe nakokî kûrtir dibin.
Amerîka gefên êrîşeke nû li Îranê dixwe û Îran jî soza bersivdayînê dide.
Li gorî nûçeya CBS'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Amerîkî, rayedarên Îsraîlî têkildarî planan hatin agahdarkirin û bi Washingtonê re di nava koordînasyonê de kar tê kirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku Serokê DYA'yê Donald Trump hîn biryar nedaye ku fermana êrîşê bide yan na.
Li gorî nûçeyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî ji bo dewama şer sê rêyên cuda pêşkêşî Trump kiriye.
Di nava van alternatîfan de êrîşên li ser xetên veguhestina leşkerî yên Îranê û xurtkirina dorpêça deryayî jî hene.
Donald Trump destpêka hefteyê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku DYA, wê di nava çar an jî heşt hefteyan de bi rengekî gelekî hişk li Îranê bixe.
Îran: Eger DYA`yê êrîş bike em ê li enerjiya Kendavê bidin
Li aliyê din, Îranê gef xwar ku eger Amerîka careke din êrîş bike, em ê jî li tesîsên enerjiyê yên li Kendavê bidin.
5 çavkaniyên agahdar ji Reutersê re eşkere kirin ku Îranê hişyarî daye welatên Kendavê ku eger Amerîka êrîşeke nû li dijî wê pêk bîne, dê bi hedefkirina tesîsên enerjiyê û binesaziyê yên herêmê bersivê bide.
Li gorî çavkaniyan, hişyariyên Îranê bi rêya peywendiyên dîplomasî yên li ser asta rayedarên payebilind piştî gefên Donald Trump ên 28`ê tîrmehê hatin kirin.
Çavkaniyan îşaret pê kirin ku ev peywendî di dan û standinên ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi hempîşeyên xwe yên Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiyê û fermandarê artêşa Pakistanê re kiribûn, hatin kirin.
Çavkaniyan got ku Eraqçî bang li welatên Kendavê kir ku rê nedin êrîşên nû yên DYA‘yê.
Di heman demê de, çavkaniyên dîplomatîk ên ji Kendavê ragihandin ku Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ji Trump xwest ku her çalakiyeke leşkerî paşde bixe.
Rayedarekî Îranî jî anî ziman ku Qeter, Uman û Erebistana Siûdî ji Washingtonê xwestine ku bi Tehranê re diyalogê ji nû ve bidin destpêkirin û ji pevçûneke nû dûr bisekinin.