Trump: Konseya aştiyê ya ji bo Xezeyê hat damezirandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku konseya aştiyê ya ji bo Xezeyê hat damezirandin û got: “Ev yek xaleke giring e ji bo pêkanîna qonaxa duyemîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Xezeyê piştî şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbestek bi navbeynkariya Amerîkayê tê meşandin.

Duh Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku konseya aştiyê ya ji bo Xezeyê hat damezrandin û got:

“Ev yek xaleke giring e ji bo pêkanîna qonaxa duyemîn.”

Trump li ser medyaya civakî got:

"Ez piştgiriyê didim hikûmeta teknokratîk a Filistînî ya nû hatî destnîşankirin.”

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê navbeynkarên Misir, Qeter û Tirkiyeyê ve hatiye dayîn, hikumeta teknokratîk a Filistînî dê ji 15 endaman pêk were.

Dê ev 15 endam ji aliyê cîgirê wezîrê berê yê  Filistînî  Alî Şaath ve werin birêvebirin.

Îsraîl xeta zer ber bi Xezeyê ve dibe

Li gorî şertên peymana bi navbeynkariya Amerîkayê bi Hamasê re, Îsraîlê qebûl kir ku hêzên xwe ji parçeyek Xezeyê vekişîne.

Sînorê vê herêma vekişînê bi rengê zer hatibû îşaretkirin.

Lê niha tê ragihandin ku Îsraîl xeta zer kûrtir ber bi Xezzeyê ve dibe.

Herî dawiyê jî Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz gotibû ku her kesê ku xeta zer derbas bike dê bi guleyan re rû bi rû bimîne.

Îsraîl û Hamas bi berdewamî hevdu bi binpêkirina agirbestê li Xezzeyê tawanbar dikin

Hate eşkerekirin ku ji dema destpêkirina agirbestê ve  zêdetirî 440 Filistînî, di nav de zêdetirî 100 zarok û 3 leşkerên Îsraîlî hene, hatine kuştin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye