Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Fransayê Kerîm Qemer ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re ragihand ku heya niha şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihiştiye Parîsê û got: “Civîna Parîsê hatiye paşxistin.”
Berî vê yekî jî, Ronahî TV ragihandibû ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û şandeyeke nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê berê xwe bidin Parîsê, da ku bi nûnerên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re bicivin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, wê civîn di bin çavdêriya serokê Fransayê Emmanuel Macron de be, her wiha dê nûnerê Amerîka Thomas Barrack jî di civînê de amade bibe.