Artêşa Ûkraynayê bi salane hewl dide erdên welêt li dijî êrîşa Rûsyayê biparêze. Hikûmeta Kîevê bi salane şerê li enîyê wekî berxwedaneke ji bo rizgarîyê û welatparêziyê nîşan dide. Kîev bi vê propagandaya mezin dixwaze tevlîbûna ciwanan a bo artêşê misoger bike.
Lêbelê niha derdikeve holê, gelek ji leşkerên ûkraynayî bê dilê xwe tevlî şer bûne û dema firsendê dibînin ji şer direvin. Wezîrê Parastinê yê nû yê Ûkraynayê, Mykhailo Fedorov bi daxuyanîyekê li vê rastîyê mukur hat. Fedorov got, 200 hezar leşkerên ûkraynî terka pozîsyonên xwe yên li enîya şer kirine.
Ev tê wê wateyê ku leşkerên ûkraynayî bêyî destûra fermî ji çeperên xwe reviyane. Fedorov dibêje ku 2 milyon leşkerên din jî ji ber hewldana wan a reva ji enîyê hatine cezakirin. Li gorî qanûna Ukraynayê, hemû mêrên di navbera 18 û 60 salî de neçar in tevlî artêşê bibin. Heman qanûn li welatîyên mêr ên di navbera 23 û 60 salî de ferz dike, ji welêt dernekevin. Tevî vê jî, bi 10 hezaran ji welatîyên di navbera van tememan de bi kaçaxî ji Ûkraynayê revîyane.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky piştî daxuyanîya Fedorov dîyar kir ku ji bo çareserkirina vê meseleyê guhertinên bingehîn hewce ye. Lê ji niha ve nayê zanîn ka wê Kîev bi kîjan rê û rêbazê bikaribe hêza heyî ya artêşa xwe biparêze.