QSD: Bangên "Wezareta Parastinê" hewldana têkçûyî ye

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê bangên "Wezareta Parastinê" ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkir ku QSD`ê bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyan hêzeke neteweyî ya yekgirtî ava dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê bangên "Wezareta Parastinê" ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatine parvekirin:

"Bangên ˋWezareta Parastinêˊ ya Şamê yên bi hewldana hedefgirtina şervanên QSDˊê, ne tenê bangên bêhêvî û aşkera ne ku rewşa îflasbûna wan a siyasî û leşkerî nîşan didin, lê hewldana têkçûy ya derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

QSDˊê bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên dîtir hêzeke neteweyî ya yekgirtî ava dikin û bi xwînî rûbirûyî terorê sekinîn û parastina sivîlan kirin. Ev şervan û malbatên wan ji vî welatî ne, di girêdana xwe de welatparêz in, di hilbijartina xwe de zelal in, û bi salan fedakarî îspat kirine ku yekitiya wan ji hemû hewldanên tehrîdkirinê xurttir in. Mîna van bangên bêhêvî dê bandorê li wan nekin û wê bibin sedema hevgirtina xurtir di nava gelê herêmê de û kombûna li dora hêzên xwe.

Hewldanên parçekirina yekitiyê û derxistina fitneyê rastiyên li ser erdê naguherînin. Wê Hêzên Sûriya Demokratîk, ligel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember terorê û hemû kesên ku dixwazin wê bi awayên nû vegerînin yekgirtî bimînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye