Kolberek Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li navçeya Selmas ya Urmiyeyê beriya hefteyekî kolbereke Kurd ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, duh jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Kolber Newsê, kolberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Letîf Yaqûbî yê 45 salî yê ku bavê zarokekî ye,

 ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi giranî hatibû birîndarkirin pîştî 7 rojan jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di sala 2024'an de jî li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûn.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24