Rêxistina Mafê Mirovan a HANA bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên li ser sînorê Îranê û eşkere kir ku di encama êrişên hêzên Îranê yên di meha tirmehê de 12 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.
HANA: Di tîrmehê de 6 kolber hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne
Li navçeyeke girêdayî bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar ên Îranê kolberê Kurd ê bi navê Behram ê 35 salî, birîndar kir.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberekî Kurd yê ji bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.
Li navçeya Selmas ya Urmiyeyê beriya hefteyekî kolbereke Kurd ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, duh jiyana xwe ji dest da.