Rêxistina Mafên Mirovan a HANA da xuya kirin ku ev kolber, ji gundê Mîk ê girêdayî bajarê Seqiz e, dema berê xwe dida cihê kar li herêma Eşterawa ya bajarê Bane yê girêdayî Sine, hat gulebarankirin.
Di destpêkê de, Behram rakirin nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya bajarê Bane, lê ji ber giraniya birînên wî, ew veguhastin nexweşxaneyeke bajarê Seqizê.
Behram bavê 2 zarokan e û ji ber rewşa aborî ya xerab, neçar mabû berê xwe bide navçeyên sînorî û karê kolberiyê bike.
Hêzên rêjîma Îranê di bin navê nehiştina qaçaxçîtiyê de, kolberên Kurd gulebaran dikin û bi tenê di sala 2024an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolber hatine kuştin û 131 kolberên din jî birîndar bûne.