Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa pêkhateyan a li Îraq û Başûrê Kurdistanê û tekez kir ku Xirîstiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, parçeyekî resen ê Başûrê Kurdistanê ne.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Vatîkanê kir ku li cîhanê di belavkirina peyama aştî û diyalogê de roleke giring dilîze.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî, Papa Leo 14emîn vexwand serdana Îraq û Başûrê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Papayê Vatîkanê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê anî ziman û pesnê çanda pêkvejiyan û hevqebûlkirinê ya li Başûrê Kurdistanê da.
Papa bal kişand ser rola Başûrê Kurdistanê ya parastin û hewandina mesihiyan di qonaxên herî dijwar de.
Her du aliyan guftûgo li ser rewşa giştî ya herêmê kir û hêviya aştî û aramiyê ji bo tevaihya mirovahiyê xwest.