"Em bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne"

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ew bi Rêveberiya Xweser re ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navenda Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Qamişloyê de, civînek li dar xistin.

Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed behsa hevdîtin û civînên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de, bi aliyên navneteweyî re kir.

Nûnerên partiyan jî, destnîşan kirin ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne, li ser bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî û parastina berjewendiyên pêkhateyan, pêwîst e danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re bidomin.

Her wiha gotin divê bendên lihevkirina 10`ê Adarê werin pêkanaîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye