Serdan di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Qurbanê de pêk hat.
Îlham Ehmed ji aliyê rêveberê herêma Efrînê Xêro Elî Dawûd û berpirsê Ewlekariya Hundirîn Suraqa Emorî ve, li avahiya rêveberiya herêma Efrînê hat pêşwazîkirin.
Çavkaniyên xwecihî eşkere kir, ku piştî serdana rêveberiya Efrînê, Îlham Ehmed berê xwe da gundê xwe Zerka yê navçeya Racoyê û ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.
Ji sala 2018'an ve, cara pêşî ye ku Îlham Ehmed diçe Efrînê.
Serdana Îlham Ehmed li nava xelkên Efrînê, bû cihê kêfxweşiyê.