Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) Ayşegul Dogan der barê pêvajoya aştiyê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî di navbera civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê de hat dayîn.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku divê Rêberê Damezirîner ê PKKê Abdullah Ocalan bikaribe bi beşên civakê re dan û standinê bike.
Her wiha bang li Meclisê kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê mekanîzmayeke nû bi beşdariya partiyên siyasî bê avakirin.
Ayşegul Dogan got ku wan li gel Desteya Rêveberiya Navendî çalakiya “gavek ji bo aştiyê”, pêvajoya Aştiyê û geşedanên dawiyê nîqaş kiriye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wiha got:
“Pêvajo berdewam dike lê sistbûnek heye.
Ji bo ku ev sistbûn were derbaskirin jî, pêdivî bi hewldaneke nû û nexşerêyekê heye.”
Berdevka DEM Partiyê daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya der barê nexşerêya ji bo qonaxê de, watedar dît.
Ayşegul Dogan tekez kir ku DEM Partî jî ev demeke dirêj e dibêjin pêvajo di qonaxeke nû de ye û pêdivî bi gavavêtinên nû heye.
Ayşegul Dogan da zanîn ku ‘Divê bi beşdariya partiyên siyasî re mekanîzmayeke nû bê avakirin’
Ayşegul Dogan der barê nîqaşên li ser statuya Rêberê damezirîner ê PKKê Abdullah Ocalan de jî nirxandin kir.
Berdevka DEM Partiyê da zanîn ku Abdullah Ocalan sermuzakerevan e û divê rasterast fikrên xwe bi civakê re parve bike.
Der barê fikarên li ser çûyîna şandeya DEM Partiyê bo Îmralîyê de, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) Ayşegul Dogan ragihand ku ew li bendê ne ku di rojên pêş de, şande biçe Îmralîyê’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şandeya Îmralîyê herî dawiyê di 16ê Sibata 2026an de hevdîtinek pêk anîbûn.