Li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza nasîna komkujiya Enfalê wekî jenosîd hat kirin

Parlamenterên DEM Partiyê li parlamentoya Tirkiyê, bi israr qala Komkujiya Enfalê ya rejîma BAAS`ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê kirin û ji dewleta Tirkiyê xwestin ku Enfalê wekî jenosîd nas bike. Ji xeynî DEM Partiyê, partiyên din ên mixalefetê jî komkujiya li dijî Kurdan şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

38 sal di ser yek ji mezintirîn tawanên sedsala 20’an (Enfal) li dijî gelê Kurd de derbas bûn.

Li parlamentoya Tirkiyê, Komkujiya Enfalê ya rejîma BAAS`ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê ku hatibûn kirin ji aliyên gelek partiyan di mecilsa Tirkiyê de da hat nîqaşkirin.

Ji dewleta Tirkiyê hat xwestin ku divê Enfalê wekî jenosîd nas bike.

Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê DEM Partiyê di meclisê de axivîn.

Partiyên din ên mixalefetê jî komkujiya Kurdan şermezar kir.

 

Gulderen Varli: Komkujiya Enfalê tawaneke mezin e û nayê jibîrkirin

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê di axaftina xwe de balkişand ser komkujiya Enfala 14'ê Nîsana 1988`an û komkujiyên din ên li dijî gelê Kurd û wiha anî ziman:

“Komkujiya hezarên mirovan, di qanûnên gerdûnî de tawaneke mezin e.

Nasname û destkeftiyên gelê Kurd hîn jî dibin hedef.

Îro îradeyeke bihêztir a yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye û Kurd yekrêz in.

Tawanên ku îro li Rojhilata Navîn tên kirin, dê wekî tawanên Enfalê veşartî nemînin.”

 

Temellî: Êrişên li dijî gelan didomînin, Enfal nayê jibîrkirin

 

Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir mîna Enfalê îro jî ev êş didomin û wiha pê de çû:

“Rejîmên zordar û faşîst, êrîş û qirkirina li dijî gelan didomînin.

Îro li Rojhilata Navîn em di nav şer de ne.

Di rabirdûyê de ev êşên me hebûn, îro jî ev êş didomin.

Hêzên emperyalîst êrîş dikin û gelan qir dikin, rejîma Îranê jî darvekirina Kurdan didomîne.”

 

Murat Emîr: Divê em di bîra xwe de zindî bihêlin

 

Alîkarê Serokê Koma CHP'ê Murat Emîr jî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara Enfalê û wiha anî ziman:

“Ji bo hovîtiyeke wiha dubare nebe.

 Divê em di bîra xwe de zindî bihêlin."

 

Ekmen: Enfal trajediyeke mezin e, divê bibe dersa aştiyê

 

Parlamenterê DEVA`yê Mehmet Emîn Ekmen jî di axaftina xwe de behsa Enfalê û rejîma BAAS`ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Komkujiya Enfalê ji aliyê parlamentoyên gelek dewletan ve wekî jenosîd hatiye naskirin.

Bîranîna van rojên bi êş tenê ne bîranînek e, di vê qonaxa aloz de berpirsyariya me ye ku em bi Tirk, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên dînî û neteweyî re Rojhilata Navîn bikin navçeya aştî û jiyana pêkvejiyayî.”

Piraniya wan parlamenterên ku li ser Komkujiya Enfalê axivîn, tekez kirin ku ew wê bûyerê ji bîr nakin û rê nadin ku were jibîrkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye