Rêveberiya Kobanê: Bêyî îradeya gel rêveber tên erkdarkirin

Rêveberiya Xweser a Kobanê ragihand ku rêveberên Çelebiyê û Sirînê bêyî îradeya gel hatin erkdarkirin. Her wiha rêveberiyê da zanîn ku ev tevger ne li gorî peyamana 29'ê çileyê ye û pêvajoya entegrasyonê asteng dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê têkildarî erkdarkirina şaredarê bajarokê Çelebiyê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve nerazîbûn nîşan da.

 

Dema şêniyên bajarokê Çelebiyê derketin xwepêşandanan,  hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî xwepêşandêran kirin.

 

Rêveberiya Xweser a Kobanê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

"Li gorî peymana 29'ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hat îmzekirin.

 

Divê entegrasyon bihata kirin û îradeya gelê herêmê bihata naskirin.

 

Di heman demê de, divê rêveberên saziyan ji aliyê xelkê herêmê ve bihata tayînkirin û ji xelkê herêmê bi xwe bin.

 

Li ser vê bingehê, parêzgarê Hesekê û hejmarek ji rêvebirên din ji nav xelkê parêzgehê hatin tayînkirin.

 

Lê belê, ev pêvajo li herêma Kobanê nehat cîbicîkirin û rêveberên saziyên herêmî ji derve têne tayînkirin."

 

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo herêmê û rêvebirên herêmên Sirîn û Çelebiyê bêyî ku van biryaran bi xelkê Kobanê re nîqaş bikin hatine tayînkirin.

 

Hat gotin ku ev gavên ku ji aliyê rêveberiya Parêzgeha Helebê ve hatine avêtin, ne li gorî naveroka peymana 29'ê çileyê ne.

 

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê di dawiyê de da zanîn ew wekî rêveberî û gelê Kobanê, van kiryaran şermezar dikin û bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dikin ku pabendî xalên peymana 29'ê çileyê bibe.

 

Li aliyekî din jî Meclisa bajarokê Çelebiyê ya Kobanê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku şaredar ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve were erkdarkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye