Li Dêra Zorê hêzên Şamê êrîşî hêzên QSD’ê kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li gundewarê Dêrazorê êrişî hêzên wan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor daxuyaniya QSD'ê êrîş îro di saet 09:00'an de li hember hêzên QSD yê li qerexên çemê Firatê yên nêzîkî Pira El Işara ya li Bajarokê Dirincê gundewarê Dêrazorê bi cih bûbûn, pêk hatiye.

Komên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê dema hin komên qaçaxçî derbas dikin, êrîşî hêzên QSD'ê dikin û hêzên QSD jî bersiva êrîşan dide.

QSD di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku ew pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne û wiha berdewam dike: "Hin hêzên girêdayî Hikumeta Şamê rê li ber qaçaxçîtiyê vedikin û dibin sedema xirabkirina aramiya herêmê."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24