Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabû

Îro dorpêça li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabû û şêniyan diyar kirin ku rêyên çûn û hatinê yên her du taxan, hatin vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî hin çavkaniyên herêmî, ragihandin ku dorpêça ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyê ve, li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ferz kiribûn, rabû.

Ev dorpêç berî 3 rojan ketibû meriyetê û rêyên çûn û hatina her du taxan hatibû qedexekirin.

Li hemberî vê yekê şêniyên her du taxan daketin ber xalên kontrolê yên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz, bertekên xwe nîşan dan û kiryarên hikumeta veguhêz, şermezar kirin.

Dema ku gel daketin ber xalên kontrolê, hêzên hikumeta veguhêz êrîşî wan kirin, lê bi berxwedaniya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û piştî çend seatan hêzên hikumeta veguhêz, agirbest ragihandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24