Endama şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, piştî bernameya 15'ê Tîrmehê ku li Parlamentoyê hat lidarxistin, derbarê hevdîtina ku ew ê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê AKP'ê Efkan Ala re, di çarçoveya pêvajoyê de bikin, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Pervîn Buldan di bersiva pirsên li ser kengê dê civîn pêk were de got,
"Em nizanin, em li benda aghiyan in. Em li vir in, her gava ku ji me re bêjin werin, em ê biçin."
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Koma Meclîsê ya AKP'ê Abdullah Guler re civiyan .
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Şandeya Îmraliyê piştrast kir ku hevdîtin pêk hatiye di hevdîtinê de mijarên di rojevê de hatine nîqaşkirin.