Bajarokê Gulale bi navê xwe yê din Celewla girêdayî navçeya Xaneqînê ye û yek ji wan bajarokên Başûrê Kurdistanê ye ku dikeve nava madeya 140’an a Îraqê.
Gulale yek ji deverên bi nakok ên Başûrê Kurdistanê ye û di çarçoveya madeya 140 de ye, bi awayekî nedestûrî ji bajarok guherandine navçeyek ser bi parêzgeha Diyalayê.
Ev yek wekî hewldanek ji bo erebkirinê tê pênasekirin.
Di 31ê çileya 2024’an de, Encûmena Parêzgeha Diyalayê li ser veguherandina bajarokbûna Gulale ber bi navçeyê ve dengdan kir.
Partiyên Kurdî li dijî vê yekê derketin û ev yek wekî hewldanekê ji bo guhertina demografiya herêmê û Te’rîbê (erebkirinê) bi nav kirin.
Hate ragihandin ku Wezîrê Plandanînê yê Îraqê yê bi wekalet Xalid Betil Necîm, tevî komkirina îmzeyan li Encûmena Diyalayê, ji bo Gulale ji bajarok derbasî navçe bibe, fermanek wezîrî bi jimara îdarî ya 21101 derxist.
Têkildarî navçebûna Gulale û derxistina fermana wezarî, wezaretê daxuyaniyek belav kir.
Necîm destnîşan kir ku Gulale wê tevlî Rêveberiya Yekîneyên Îdarî yên Komara Îraqê bibe ku ev gavek armanc dike rêxistina îdarî xurt bike û piştgiriya pêdiviyên pêşkeftina herêmî li bajêr bike.
Biryara veguherandina Gulale ji bajarok ber bi navçeyê di nav Kurdan û hinek Ereban de bûye sedema nerazîbûnê.
Ji ber ku Gulale yek ji deverên ku dikeve nav sînorên madeya 140 a destûra Îraqê de û divê çarenûsa van deveran bi hemahengiya Kurd û Ereban were diyarkirin.
Lê têkildarî vê mijarê pirs ji Kurdan nekirin û biryar hate dayîn.
Duh 9 endamên Encûman Parêzgeha Diyalayê li dijî navçebûna Gulale îmze kirin û daxwaza hilweşandina biryarê kirin.