(Salek di ser hilweşîna rejîma Baas`ê re derbas bû û hîna jî rewşa Sûriyê nehatiye guhertin).
Riyad Derar hevserokê berê yê MSD`ê ku niha wek endamê buroya siyasî di Meclisê de cihê xwe digire, rewşa herî dawî ya Sûriyê bi van gotinan şîrove dike.
Sûriyan ji ber rêjîma Baas`ê êş kişandin, bi milyonan kes koçber bûn û zêdetirî milyonek kes hatin kuştin.
Dema rêjîma Baas`ê hilweşiya jî rewş nehat guhertin.
Kiryarên heyî tevî Danezana Destûrî ya Hikûmeta Veguhêz, hewlên ferzkirina navendîbûnek tund nîşan didin.
Riyad Derar peymana 10'ê Adarê nirxand
Derar bal kişand ser nebûna ezmûna îdarî û siyasî û got:
Kesên di nava Hikûmeta Veguhêz de cih digirin, xwe dispêrin ezmûnên şer.
Van ezmûnan hevgirtina sûriyan bêtir parçe kiriye.
Her wiha Riyad Derar derengxistina pêkanîna peymana 10`ê Adarê di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera de rexne kir û wiha got:
“Desthilatdarî ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî tawîzan dide.
Di heman demê de hêzên derve li gorî berjewendiyên xwe siyasetan ferz dikin.”
Derar: Siberoja Sûriyê di xeterê de ye
Derar hişyarî di der barê berdewamiya tevliheviya di pêvajoya edaleta veguhêz û darizandinên sûcdaran de da û wiha axivî:
“Ev hemû tişt hêviya avakirina Hikûmetek neteweyî ya yekgirtî û dewleteke aram kêm dikin.
Di heman demê de tirsên ku welat di hundir de parçe bibe yan jî pevçûnek di navbera nûnerên hikûmetê de derkeve, zêde dibin.”
Siyasetmedar û endamê buroya siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar pişterast kir ku îro welatiyên Sûriyê di tirsê de dijîn.
Nakokî û aloziyên berdewam aramiya welat û siberoja wî dixin xetereyê.
Ger rewşa heyî berdewam bike wê bihêle yekîtiya neteweyî bibe xeyalek ku nayê pêkanîn.