Li Îranê di 12 rojan de 110 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayên Darvekirinê re’ ragihand ku di vê mehê de,110 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 81’ an de ye.

Li gorî kampanyayê, ji serê vê meha tebaxê ve, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 110 kes hatine darvekirin. Her wiha 5 girtiyên siyasî jî, ji bo girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê hatine veguhestin ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye sepandin.

Kampanyayê bang li xizmên girtiyên siyasî, welatiyên Kurd û Îranê yên navxwe û derveyî welat kir ku bêdeng nemînin û li dijî darvekirinan xwedî helwest bin û rabin ser piyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye