Li dijî nebûna elektrîkê xelkê Şêladizê xwepêşandaneke li dar xistin

Şeva borî, welatiyên Şêladizê yê bajarokê Amêdiyê yê parêzgeha Duhokê ji ber nebûna elektrîkê û xizmetguzariyê xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşanderan gotin ku rewşa xizmetguzariyê li herêmê gihîştiye astek pir xirab.

Di vê çarçoveyê de, niştecihên herêmê nêzîkî 15 rojan e bê elektrîk in.

Di heman demê de ne xebitandina jeneratorên taybet û ne jî projeya ronîkirinê nekariye pirsgirêka dabînkirina elektrîkê ji welatiyan re çareser bike û rewş hîn aloztir kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê bo Şeladizeyê hatiye şandin.

Wê hêzê hewl da ku bi rêya hevdîtinên bi nûnerên xwepêşanderan re dawî li xwepêşandanê bîne.

Lêbelê, xwepêşanderan daxwaza hêzê red kirin û gef xwarin ku ger daxwazên wan neyên bi cih anîn, ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin û berfireh bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye