PAK: Di êrîşan de 8 Pêşmerge birîndar bûn

Berbanga îro bi dronê êrişî ser baregeha Çemşarê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li nêzîkî Kampa Dareşekranê li Hewlêrê hat kirin. Berpirsekî PAK`ê ragihand ku di êrîşê de 8 Pêşmergeyên wan birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî rayedarên PAK’ê, ev ne cara yekem e ew di bin hedefa êrîşên Îranê DE NE, beriya niha jî di encama êrîşên Îranê de 2 Pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dabûn 

Her wiha 26 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Ji 28’ê Sibata 2026’an heta 19’ê Tîrmehê nêzî 960 caran bi dron û mûşekan êrîşî ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. 

Di encama êrîşan de 28 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha nêzî 150 Pêşmerge û welatî jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye