Berpirsekî Amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Senatorê Amerîkî Abraham Jamal Hamadeh, Zach Hoff serdana her du taxên Helêbê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zach Hoff di serdanê de, bi nûnerên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, rewşa her du taxên ji tevahî aliyan ve, nîqaş kirin.

Her wiha dan û standina der barê pêkanîna peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û nûnerên hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, gotûbêj kirin.

Di heman demê de, girîngiya piştgiriya Amerîka ji civakên herêmê re û rola wê li ser pêkanîna aştiya berdewam hate nîqaşkirin.

Abraham Jamal Hamadeh jî yekem senatorê Amerîkî ye ku serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye