Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çekdarên girêdayî dewleta Tirk li gundê Nêrebiyê yê Şehbayê duh ciwanê bi navê Ehmed Xalid Welo yê 24 salî revand.
Rêxistinê destnîşan kir ku dema Ehmed Welo pirsa aqûbeta bavê xwe Xalid û apê xwe Ziyad Welo yên berê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin dikir, îşkence lê hat kirin û piştre hat revandin.
Rêxistinê diyar kir ku heya niha aqûbeta Ehmed nehatiye zanîn.
Di 11'ê Kanûna 2025`an de bavê Ehmed, Xalid Welo yê 45 salî û apê wî Ziyad Welo yê 39 salî ji aliyê çekdarên girêdayî dewleta Tirk ve hatin revandin û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.