Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku rêberê payebilind ê Hamasê kuştine

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrîşeke otomobîlî de, li bajarê Xezeyê, rêberê payebilind ê Hamasê Raed Saad kuştiye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî şerekî giran li Xezeyê, di Cotmeha îsal de, agirbestek bi navbenkeriya Amerîka di navbera Îsraîl û Hemasê de çêbû, lê heya niha binpêkirina agirbestê ji herdu aliyan jî çêdibe. 

"Li Xezeyê 5 kes hatine kuştin û herî kêm 25 kes jî birîndar bûne "

Rayedarên tenduristiyê li Xezeyê, ragihandin ku duh Îsraîlê êrîşî bajarê Xezeyê kiriye, di encamê de 5 kes hatine kuştin û herî kêm 25 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsrîlê: Raed Saad yek ji plankerên êrîşên 7'ê cotmeha 2023'an e

Artêşa Îsraîlê jî, ragihand ku wan di êrîşeke otomobîlî de, li bajarê Xezeyê, rêberê payebilind ê Hamasê Raed Saad kuştiye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Raed Saad yek ji plankarên êrîşên 7'ê Cotmeha 2023'an ên li ser Îsraîlê bû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz, eşkere kirin ku hedefgirtina Saad, wek bersivek ji bo êrîşa bombeyî ya Hamasê ku di destpêka rojê de, li dijî  du leşkerên Îsraîlê pêk anî bû.

Payebilindekî Îsraîlî: Raed Saad ji bo çêkirina çekan dixebitî

Payebilindekî leşkerî yê Artêşa Îsraîlê, da zanîn ku di mehên dawî de, Raed Saad ji bo ji nû ve avakirina şiyanên Hamasê û çêkirina çekan dixebitî. Ev yek jî, binpêkirinek eşkere ya peymana agirbestê ye.

Hamas: Ev êrîş peymana agirbestê binpêdike

Hamasê jî, bi daxuyaniyekê, ev êrîş şermezar kir û wekî binpêkirina peymana agirbestê bi nav kir.

Çavkaniyên Hamasê Saad wekî duyemîn fermandarê baskê çekdarî yê tevgerê piştî Izzeddîn el-Heddad bi nav kirin.

"Raed Saad serokatiya tabûra Hamasê li bajarê Xezeyê dikir"

Çavkaniyan got ku Saad serokatiya tabûra Hamasê li bajarê Xezeyê dikir.

Ev tabûr jî, yek ji yekîneyên herî mezin û herî baş ên tevgerê ye.

Heya niha ji Hamas an jî ji bijîşkan, piştrastiyek nehatiye dayîn ku Saad di nav miriyan de ye an na.

Ji dema ku peymana agirbestê, di Cotmehê de ket meriyetê, ev kuştina herî mezin a lîderekî payebilind ê Hamasê ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye