Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Îsraîlê dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku dê Marco Rubio îro Şemiyê serdana Îsraîlê bike da ku piştgirîya Waşingtonê ji Tel Avîv re diyar bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Piggott da xuya kirin ku Marco Rubio dê bi rêberên Îsraîlê re bicive.

Wê her du alî bi hev re, guhertinên herî nû gotubêj bikin, bi taybetî jî danezana New Yorkê ku herî dawiyê ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû pejirandin.

Piggott da zanîn ku wê Rubio pabendbûna Dewletên Yekbûyî ya ji bo ewlehiya Îsraîlê tekez bike û dê li ser armancên hevpar ên misogerkirina ku Hamas careke din Xezeyê kontrol neke û vegerandina hemû rehîneyan jî tekez bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24