Erdogan Trump pêşwazî kir

Beriya Civîna Bilind a NATO’yê ya li Enqereyê, Trump û Erdogan hevdîtineke dualî pêk anî. Piştî hevdîtinê, Trump bi daxuyaniyekê diyar kir, ku ew ê mijara F-35 gotûbêj bikin. Ji bo mijara CAATSA’yê jî, got ku dem hatiye cezayên li ser dostên xwe rakin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarbûna li Lûtkeya 36’emîn a NATO’yê gihîşt Enqereyê.

Rojnamevanên ku bi Turmp re hatibûn, peya bûn.

Trump li benda serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan sekinî.

Erdogan hat û Trump pêşwazî kir.

Piştre derbasî Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyê bûn.

Trump: Em ê mijara f-35 gotûbêj bikin 

Piştî serokê DYA’yê Trump li Balafirgeha Enqereyê hat pêşwazîkirin, li Beştepeyê bi Erdogan re hevdîtineke dualî pêk anî û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Destpêkê serokê DYA’yê Trump mafê axaftinê girt û got:

"Hûn serokekî wiha ne ku li tevahiya cîhanê rêz ji we re tê girtin.

Bawer dikim ku li ser mijara F-35, ji vê lîstika lîderan biryareke xêrê dê derkeve, em ê mijara F-35 nîqaş bikin. "

Ji aliyekî din ve Trump bal kişand ser rakirina cezayên CAATSA’yê û got:

"Dem hatiye, em naxwazin li hevalên xwe cezayan ferz bikin."

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ev tişt anîn ziman:

"Em dixwazin bi her awayî tiştê ji destê me tê bikin û ji bo aştiya cîhanê gavan biavêjin.

Ji bo dabînkirina aştiya li herêmê, em bi dostê xwe yê hêja Trump re diaxivin û em vê sempozyûma lîderan pir girîng dibînin.

Mijara F-35 ji bo me ne mijareke nû ye; me berê jî ev mijar bi Amerîkayê re gotûbêj kiribû û me soza 5 balafiran jî dabû."

Erdogan: Trump xwedî li sozên xwe derdikeve

Erdogan da zanîn ku ew ji bo mijara F-35 berê ji Trump soz girtiye û got ku Trump her tim li ser soza xwe ye.

Her wiha Erdogan destnîşan kir ku ew ê geşedanên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de jî bi dostê xwe Trump re parve bikin, gotûbêj bikin û li gorî wê jî gavên xwe biavêjin.

Li gorî plansaziya lûtkeyê, Trump dê piştre beşdarî şîva fermî ya êvarê bibe ku di çarçoveya Civîna Bilind a Rêberên NATO’yê de tê lidarxistin.

Di roja duyem a civîna bilind de jî, tê pêşbînîkirin ku ew bi serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy û serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtinên dualî pêk bîne, daxuyaniyeke çapemeniyê bide û piştre ji Enqereyê veqete.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye