Îsraîlê, di 18'ê tebaxê de li dijî Bajaroka Hewayî ya Ebû Ez-Zuhûrê ya li rojhilatê bajarê Îdlibê yê Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anî.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku ev êrîş weke peyam ji bo Tirkiya ku dixwaze xwe li wir bi cih bike pêkaniye.
"Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, bi daxuyaniyek bertek nîşanê nirxandinên Netanyahû da û mijarê wiha şîrove kir:
"Rêya ku di vê pêvajoyê de hat girtin, hevsengiyên Îsraîlê û lîstikên wê xerab kirine.
Siyaseta êrîşkar û belavker a ku rêveberiya Îsraîlê dimeşîne, veguhastiye yek ji pirsgirêkên ewlehiyê yên sereke ku paşeroja hemû herêmê dixe xeteriyê.
Îsraîl bi destê rêveberiya heyî, ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû mirovahiyê jî bûye çavkaniya gefê.
Bahçelî her wiha ji bo avahiya ewlehiya domdar a li Rojhilata Navîn, pêşniyarên şênber ên ku divê bi pêşengiya Tirkiyê werin kirin rêz kir:
Çend pêşniyarên Bahçelî wiha nin:
- Li dijî Îsraîlê Peymana Mekkeyê' ya ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatibû îmzakirin divê bê firehkirin û veguhere 'Paktê Qudsê' bê avakirin.
- Bi beşdariya Amerîka, Rûsya, Çîn û YE'yê divê encumenek bo demkî ku aramiya li herêmê misoger bike bê avakirin.
- Li bin siya NY'yê divê ji bo çareseriya du dewletî 'Konferansa Ewlehî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn' bê civandin.
- Li dijî Îsraîlê divê Tirkiye 'Deklarasyona Enqereyê' ya ku prensîbên ewlehiya herêmî dihewîne ragihîne.
- Di bin banê NY'yê divê 'Misyona Çavdêriya Agirbestê ya Navneteweyî' ya bêalî bê avakirin.
- Di şûna hewldanên yekane de divê 'Koma Têkiliyê ya Navbeynkariya Navneteweyî' ya saziyî û piralî bikeve dewrê.
- Divê cezayên siyasî û aborî yên li ser Îsraîlê bên zêdekirin.
Kemal Kiliçdaroglu: Helwesta Îsraîlê ji bo hemû herêmê gefek e

Der barê heman mijarê de daxuyaniyek jî ji aliyê Serokê Giştî CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu de hat.
Kiliçdaroglu gotinên Netanyahu ên ''Me peyamek da Tirkiyê'' wek bêrêzî û gefeke li hember aştiyê nirxand.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu destnîşan kir ku, tu dewlet, bi taybetî jî Îsraîl, nikare li hemberî Komara Tirkiyê zimanekî wekî 'ragihandina sînoran' an 'hevsengkirinê' bi kar bîne.
Kiliçdaroglu diyarkir ku Tirkiye neteweyek e ku di dirêjahiya dîrokê de serbixweybûn û rûmeta xwe parastiye û ev peyam da:
"Ev helwesta Îsraîlê ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû herêmê jî gefek e.
Ev ne tevgereke sade ye ku wê di dîrokê de wekî lekeyeke reş bimîne; eger rê li ber neyê girtin, êrîşeke aktîf a welatekî ye ku mebesta xwe ya ku hemû erdnîgariyê bixe nav agir ragihandiye."
Kiliçdaroglu herî dawî da zanîn ku Komara Tirkiyê wê sekna xwe ya ku li ser serweriya xwe û hiqûqa navneteweyî binyat girtiye bêyî ku tawîz bide domdar bike.