Civîna sê alî ya di navbera Hakan Fîdan û Balyozê Amerîkayê li Enqereyê û di heman demê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê û Îraqê Tom Barrack û Endamê Civata Nûneran a Amerîkayê Darrell Issa li Enqerayê bi rê ve çû.
Di civînê de geşedanên herêmî yên li Sûriye û Îraqê û têkiliyên dualî hatine gotûbêjkirin.
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê X`ê wêneyekî hevdîtinê parve kir.
Tom Barrack diyar kir ku ew serbilind in ku pêşwaziya Darrell Issa dikin.
Barrack got ku Issa di van 20 salên dawî de di polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Rojhilata Navîn de roleke pir girîng lîstiye.