Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatimogullari bi riya hevpeyvînekê têkildarî pêvajoyê Aştiyê û Civak Demokratîk axivî.
Hevseroka Dem Partiyê diyar kir ku di qonaxa dawî de, pir girîng e ku qanûn di hemî aliyên xwe de û di zûtirîn dem de were bicîhanîn.
Tulay Hatimogullari li ser qanûnê ev agahî da:
"Em bawer dikin ku qanûn dê di navîn û dem dirêj de bandorên mezin li ser siyaseta Tirkiyê bike û dê bingeha siyaseta demokratîk xurt bike.
Hewaya siyasî û psîkolojîk a ku bi bicîhanîna bêkêmasî ya qanûna çarçoveyî hatiye afirandin, dê rê li ber gavên paşîn veke.
Di vî warî de, ji bo ku qanûna çarçoveyî, ku gava yekem e, bigihîje nirxa xwe ya tevahî, divê qanûnên demokratîkbûn û azadiyê yên ku dê qada siyasî ya demokratîk berfireh û xurt bikin pêk werin."
Tulay Hatimogullari: Divê destûr demokratîk be
Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatimogullari di derbarê qanûnê de ya ku li Tirkiyê tê meşandin ev tişt anî ziman:
Belkî di qonacên destpêkê wê pirsgirêkên bingehîn ên avahîsaziyê yên ku civak hêvî dikir çareser nebe.
Lê em vê yekê bifikirin: Ma qanûn, Qanûna Cezayê ya Tirik rê li ber azadiya derbirînê, mafê rêxistinbûnê û têkoşînên ji bo demokrasiya herêmî vedike an asteng dike?.
Destûreke demokratîk ku hemwelatîbûna wekhev, mafên zimanê zikmakî û rêveberiya herêmî ya xurtkirî, digel mîmariyeke edaleta veguhêz a berfireh garantî dike.
Rêya dîtina van qonaxan ew e ku têkoşîna ji bo demokrasiyê bi berfirehtirîn astê were berfirehkirin.
Li vir rêyên aştiya mayînde, demokratîkbûn û avakirina komareke demokratîk têne vekirin.”